JINA KURD DIVÊ BIBE GERÎLA
Ez dixwazim behsa vê yekê bikim ku çima tevlî PKK’ê bûm. Malbata min ji ber polîtîkayên koçberiyê yên dewletê li Stenbolê dijî.
Min jî ji bo ku piştgiriyê bidim malbata xwe, di temenê piçûk de dest bi xebatê kir. Avahiyek min a ku ji xebitînê hez dike heye; ji ber wê min tu carî ji xebatê gilî nekir. Lê belê, dema di nav sîstemê de bûm, min didît ku li cîhekî mîna Stenbolê qedrê me nayê girtin û em keda xwe wernagirin. Kurdistana me pir dewlemend e; lê em mecbûr bûn ku di nav feqîrî û sefaletê de bijîn. Van hemûyan di hundirê min de nakokiyên yekem afirandin.
Dîsa ez bi rastiya jinbûnê re rû bi rû mam. Jinbûn dihat wateya ku bi mûçeyên herî kêm, mîna koleyan ji sibehê heta êvarê di karên herî bêqedr de xebitîn. Di heman demê de, jin zayendekî bû ku bi têra xwe hurmet jê re nedihat girtin, her kesî zext lê dikir û ji bo her gava ku diavêt divê hesab bida. Helbet wê demê ez ewqas di kûrahiya vê de nehişyar bûm; lê rastiya jinbûn û Kurdbûnê her tim bû sedem ku ez di hundirê xwe de gumanekê li hemberî pergalê hilgirim.
Di vê navberê de derfeta min çêbû ku ez partiyê nas bikim û beşdarî xebatan bibim. Her ku min partî nas kir, di hundirê min de daxwazeke kûr a gerîlabûnê çêbû. Her roja ku derbas dibû min bîranîneke mezin ji bo çiyan û gerîla dikir, bi daxwazeke bêhempa ya ji bo çûna wan mekanên pîroz dilerizîm. Min got, "Ez jî divê bibim gerîla û beşdarî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bibim." Bi vê îdîayê min ber bi wan çiyayên pîroz ên ku min pir bîra wan dikir, dest bi rêwîtiyê kir.
Cara yekem ku hatim çiyan û cara yekem ku min kincên gerîla li xwe kirin, min baweriyeke pir mezin bi xwe anî. Min cil û bergên herêmî yên gelê Botanê û kincên fermî yên leşkerî yên 40 salan ên gerîla, yanî şal û şepikê xwe li xwe kir. Piştî ku min şelema ku hevalan dabû min du caran li kembera xwe pêça, min bi benê wê girêkekî xurt avêt. Min rextê xwe girêda. Min mekapên xwe li lingên xwe kirin. Min porê xwe hûnand û ji kêlekê ve berda ser milên xwe. Min kelaşnîkofa xwe girt ser pişta xwe û li patîkayan dest bi meşê kir. Ji wê rojê ve ez di van çiyan de bi berdewamî dimeşim. Min di van meşên xwe de hîn kir ku meşîn ji bo gerîla tê wateya hevdîtina bi jiyanê re û vegera li cewherê xwe.
Ez her tim dimeşim. Ji bo ku ji kampekê herim kampa din, ji eyaletekê herim eyaleteke din, ji bo ku şopa xwe li her bihosta Kurdistanê bihêlim ez dimeşim. Ji bo keşfa beriya çalakiyekê, ji bo ku kîna xwe ya li hemberî dijmin birêjim û çeper bigirim, ez her tim dimeşim. Şev dimeşim, roj dimeşim. Ji ber ku ez gerîla me. Ji ber ku ez jineke Kurd a gerîla me. Her gava ku ez vê dibêjim, ez nikarim navekî li wê coşa ku di hundirê min de bilind dibe deynim. Meşîn û gerîla çiqas li hev tên, jina Kurd jî ewqas li gerîla tê.
Tişta ku herî pir li jineke Kurd tê; kincên gerîla, porê hûnandî, mekap, rext û kelaşa wê ye. Ev çekên tolhildanê yên gelekî ne ku tê xwestin rûmeta wî ji destê wî bê girtin û çekên jinên ku rastî destdirêjiyê hatine, hatine çewsandin û mêtingerkirin in. Jina Kurd li şûna ku di nav kincên koletiyê de her roj ji cewherê xwe biyanî bibe, divê bi kincên gerîla li kêleka gelê xwe be. Ez jî dema di nav sîstemê de bûm, ez ewqas di ferqa hin tiştan de nebûm. Lê piştî ku ez tevlî bûm, piştî ku min Rêbertî, şehîd û çanda jiyana partiyê nas kir, ez bi rastiya xwe re rû bi rû mam. Min fêm kir ku divê ez bibim "xwe". Ji ber ku di sîstemê de tenê vebijarkeke jiyanê ji bo me tê pêşkêşkirin; navê vê vebijarkê jî koletî ye. Lê felsefeya Rêbertî, mecbûriyeta "xwebûnê" û riya azadiyê datîne pêşiya te. Heger tu bixwazî di vê rêyê de bimeşî, hingê tu ji kolebûna kesekî rizgar dibî. Heger tu zanibî di vê rêyê de bi heqî bimeşî, dîrok jî te wekî zarokê herî mêrxas ê gelekî di hembêza xwe de digire.
Ez niha di vê rêyê de dimeşim. Bi kelaşnîkofa xwe ya di destê min de, rextê li kembera min, porê min ê hûnandî û mekapên li lingê min, ez her roj dimeşim da ku kîna xwe ya li hemberî dijmin birêjim. Ez bawer dikim ku di nêz dê gelê me bi meşa milyonan azadiyê hembêz bike. Em bigihîjin şehadetê jî, em ê di dilê gelê xwe de her û her bijîn.
NOTÊN JI AKADEMIYÊ: ‘JIYANA NÛ’
Ev perwerdeya min a duyemîn a li çiyan e. Piştî perwerdeya Şervanên Nû, ez ê cara yekem perwerdeya akademiyê bibînim. Dema hevalan ji min re got "tu yê herî akademiyê", ez hinekî matmayî mam. Sedema matmayîna min jî ew bû ku min bi tamî nedizani bû akademî tê çi wateyê. Ji ber wê jî, dibe ku hinekî bi şermokî min ji hevalekî pirsî: "Ez ê herim akademiyê, gelo ev akademî çi ye?" Heval bi kenê li ser rûyê xwe ji min re got ku akademî cîhê perwerdeyê ye. Dema min got "himm yanî dibistan", wê got: "Na, akademiyên PKK’ê ne mîna dibistanên pergalê ne ku tu fêm dikî, li vir pêşketina kesayetiyê tê armanc kirin, dema tu herî tu yê çêtir fêm bikî."
Piştî vê bersivê, min pirsên xwe yên bi meraq danîn aliyekî û dest bi amadekariyên çûyîna akademiyê kir. Em wekî du hevalên jin û sê hevalên xort hatin qada perwerdeyê, yanî akademiyê. Piştre em li benda kombûna koman man. Heya ku kom kom bûn, em ketin nav xebatê da ku hinek karên pratik bikin. Berî her tiştî, me dest bi barkirina erzaqên ku ji bo dema perwerdeyê ji bo me lazim bûn kir. Piştre bi hevalên ku hatin re, komên me bûn sê par. Komek ji bo karê barkirina erzaq hat wezîfedar kirin. Du kom jî ji bo çêkirina cîhê perwerdeyê çûn qada wezîfeyê.
Me wekî koma hevalên jinan, ji bo hevalên jin du cîhên mangayan çêkirin. Piştî ku me serê xwaringeh, kamelya û cîhê ku wekî dibistan bê bikar anîn girt, me ji bo çêkirina cîhên hevalên xort jî alîkarî kir. Di vê pêvajoya pratik de ez gelek tiştên nû fêr bûm. Berî ku werim perwerdeyê, min digot qey em ê werin dibistaneke amade û dest bi perwerdeyê bikin. Lê min di vê pêvajoya pratik de fêm kir ku dibistanên PKK’ê bi rastî cuda ne. Bi rastî, gava em gava xwe davêjin qada perwerdeyê, perwerde dest pê dike. Di karên pratik ên bingehîn de heval hevdu nas dikin û her wiha ev dem dibe pêvajoyek pêşîn ji bo hînbûna jiyana gerîla.
Pêvajoya perwerdeyê ji bo min her tim bi hînbûna tiştên nû ve derbas bû. Ya herî girîng jî ew bû ku min hîn kir ku perwerde di nav PKK’ê de çandeke jiyanê ye. Yanî di PKK’ê de perwerde şêwazekî jiyanê ye. Heya gotineke Rêbertî ya pir bi wate ji bo perwerdeyê heye; hevalan ev gotin li deriyê akademiyê daliqandibûn: "Yê ku di perwerdeyê de xwêdan nerijîne, di şer de xwînê dirijîne." Yanî em perwerdeyê wekî jiyan digirin dest. Di PKK’ê de em bi perwerdeyê re têgihiştinên ku sîstemê di me de afirandine derbas dikin û gavên xwe di riya bûna mirovê azad de davêjin. Perwerdeyên PKK’ê ne mîna yên pergalê perwerdeyên "jiber bike-derbas bibe" ne. Pergala perwerdeyê ya kapîtalîst hewl dide mirovan ji mirovahiyê derxîne û robotekî biafirîne; lê di nav sîstema perwerdeyê ya PKK’ê de mirov dîsa bi mirovahiya xwe re digihîje hev.
Her wiha, tişta ku herî pir di vê perwerdeyê de bandor li min kir, zimanê perwerdeyê bi temamî "Kurdî" bû. Di destpêkê de di axaftina Kurdî de min pir zehmetî dikişand. Ji ber ku ez li Stenbolê ji dayik bûm û mezin bûm, ez ji çanda xwe pir dûr ketibûm. Min tu carî Kurdî ku zimanê min ê dayikê ye neaxivî bû. Helbet dema ez cara yekem hatim gerîla, nekarîna axaftina bi zimanê xwe pir li zora min diçû. Min li vir çêtir fêm kir ku zimanê dayikê cewherê mirovekî ye, çanda wî ye. Her ku min polîtîkayên pişavtinê, polîtîkayên helandin û kolekirinê yên ku dewletê li ser me dimeşandin dahurand, min got "xwezî min bi zimanê xwe yê dayikê bikariba biaxivim." Bi saya ku zimanê perwerdeyê Kurdî bû, di axaftina Kurdî de di min de pêşketinên mezin çêbûn. Niha ez dikarim bi zimanê xwe biaxivim.
Li vir her roj aliyekî min ê nû derdikeve holê. Mesela, min berê tu carî ax nekola bû. Di dema çêkirina mangayan de min cara yekem bîhna axê hîs kir. Dîsa min giya tu carî nas nedikirin. Fermandarê tîma me ku ferq kir, ez û du hevalên jin girtin cem xwe û em birin komkirina giyayan. Bi rastî me hîn kir ku heger em li erazî bimînin, em ê di nav xwezaya Kurdistanê de tu carî birçî nemînin. Min careke din fêm kir ku xwezaya Kurdistanê çiqas dewlemend e. Min navê soryaz, tolik, gulik, siyabo, gohreş, gohbizin û gelek giyayên din nas kir. Dîsa min gelek giyayên derman nas kirin. Min navê giyayên mîna catir, pung, beybin, tinavk berê tu carî nebihîstibû. Lê ji bo gerîla giyayên ku nabe-nabin in ev. Di her nexweşiyê de catirek germ ji her derdî re dermanekî pêşkêş dike.
Em li vir her roj hem ji aliyê zihnî, hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê çanda jiyana Apocî ve pêş dikevin. Navê vê jiyana nû ye û ez di vê jiyana nû de pir û pir bextewar im.
Şoreş hîskirin e
Hîskirin û jiyîn e
Jiyîn û nemirbûn e
Bi eşqê ve girêdan e
Azadî hembêzkirina eşqê ye
Ne di nav tunebûnê de jiyîn e
Ji tunebûnê hebûnê afirandin e
Ne tunebûn e
Tunekirina tunebûnê ye
Watebûn e
Bûyîna rojê û ronîkirina erd û ezman e
An jî bûyîna stêrkê
Yê ku şevan ronî dike
Gihîştina mezinahiyê ye


