LÊNUSA MIN A DELAL

Her jinek hinekî dişibe welatê xwe û axa ya ku lê mezin bûye... Ez jî wer bawer dikim ku herî zêde dişibim axa Efrînê.

Rengîn e, her kesî hembêz dike, dîrokê di kûrahiya xwe de dihewîne û gelek taybetmendiyên mîna vê... Heval her carê min dişibînin hevalên ji Bakur (Bakurî), lê ez Efrînî me, her çend ez li Helebê ji dayik bûbûm jî. Bi rastî, dibe ku ev şibandin ji ber wê be ku ez her tim behsa daxwaza xwe ya çûyîna Botanê dikim. Lê jixwe di nav PKK’ê de wateya wê namîne ku tu ji kuderê yî. Tu dibî tu bixwe, tu dibî kesekî din; tu dibî her kes û gerdûnî dibî. Ev ne taybetmendiya me ye, taybetmendiya PKK’ê ye.

Min stranek guhdarî kir, navê stranê Hebhınarka min bû; yanî ‘hebê hinarê’. Ew stran dapîra min tîne bîra min. Dapîra min a şîrîn... Min jê re digot Destîna. Destîna, bi wateya "jina herî bedew" e. Destîna —bi baweriya min neviya wê ya herî jê hezdikir ez bûm— her tim ji min re digot "hebê hinarê". Piştre rojekî çîroka hinarê ji min re got. Li gundê me dareke hinarê hebûye, lê tenê yek... Kontrola wê darê jî helbet di destê Destînayê de bû; jina herî otorîter a gund. Destûr nedida ku kes nêzî wê darê bibe yan jî destê xwe bide hinarên wê. Erê, wê her tim digot ku di binê wê darê de çîrokek veşartî ye. Min her tim dawiya wê çîrokê pir meraq dikir, lê wê tu carî ji min re negot. Bavê min jî digot ku di binê wê darê de çîrokek heye. Destînayê tu carî negot; ez jî bi wê xemsariya xwe ya wê demê pir neketim li pey. Ez piçûk bûm, min nepirsî; dibe ku min qet fêm nekir ku hinek tiştên ku min jî eleqedar dikin li wir veşartî ne. Lê niha tu bizanibî ez çiqas meraq dikim... Dibe ku hemû rabirdûya me di tiştên ku di binê wê dara hinarê de qewimîne de bû. Vey vey Hebhınarke… “Teşiya bê, destara berfe, berîvana baranê…”Kî dizane?

Welhasilî kelam, ev stran niha behsa Şengalê dike. Birîna welatê min, birîna ku her tim xwîn jê diçe... Fermana ku tê de bisk hatin jêkirin, jinan bi jêkirina biskên xwe re rû bi rûyê êşên xwe bûn; ji bo vê serdema bêdad, ji bo vê demê, ji ber ku bi jêkirina biskên xwe hatin ceribandin, nifir lê kirin. Fermana ku tê de zarok hatin kuştin û jin hatin revandin. Şerma mirovahiyê; Şengal... Her carê ku ez wê stranê guhdarî dikim, ev tişt tên bîra min.

Niha li ser lûtkeya çiyayên bêsînor, di vê şeva tarî de, gihandina min a Efrînê bi Şengalê re ne tesaduf bû. Mûcîzeya PKK’ê bû. Tilsima wê ya ku me dike em bixwe bû. Ked û xwêdana ku Rêber Apo ji bo me rijandibû. Wî em afirandin, em hebûn kirin û ava kirin. Bi sebir, bi xwêdan, bi ked, bi gotin û bi pratîk; bi her tiştê xwe, xwe ji bo me û ji bo gelê xwe danî holê. Di hemû parêznameyên xwe de gotibû ku divê em bibin em bixwe, baweriyê bi xwe bînin, bi rengê xwe şer bikin û em ê bi ser bikevin. Rêber Apo ji bo me bûbû ronahî û hêza ronîkirinê ya herî mezin a jiyan û şer. Tişta ku Şengal bi me da qezenckirin jî, ev baweriya bi xwe bû. Ji ber wê lênûsa min ê delal, bi dawîkirina nivîsa xwe bi gotinên Rêber Apo, wateya herî mezin îfade dike:

“Me rûpelên ronî yên dîroka xwe vekirine. Nexwe, bila em tu carî ji kêmasî û xeletiyên xwe netirsin. Em tevgerek in ku dixwazin erd û ezman feth bikin. Kîjan qelsiya me heye ku em nikaribin dev jê berdin? Ew kesên ku pêşengiya ewqas fedaîbûn û wêrekiyê dikin, dê nikaribin li ser kîjan qelsî û xeletiyê bi ser bikevin? Ew kesên ku dixwazin tola dîrokê bi vî rengî bi hêz hildin, dê çawa hostatiya şervaniyeke herî dijwar û têkneçûyî heta dawiyê nîşan nedin? Erê, wezîfeyeke me ya pîroz û dîrokî ya ku me girtiye ser milê xwe û nirxên me yên pir pîroz hene ku em pişta xwe bidinê. Nexwe, tu hêz nikare me mecbûr bike ku em qelsiyên xwe mîna qufekî (kambur) li ser pişta xwe hilgirin. Nexwe, tu zehmetî û paşdemayîn nikare me ji gihîştina hostatî û hêza pêwîst dûr bixe.” Rêber APO

Ji ber wê jî, her jinek hinekî şibiye welatê xwe; em jî şibiyan çiyayên xwe.

Parastına Xwe, Parastina Ruhê Xwe Ye

Lênûsa min a delal; bêyî ku di destê min de be, lingên min min dibin cîhekî: Botan... Nizanim çima, lê ez pir dixwazim herimê. Di jiyana we de çend cîh hene ku bêyî ku di destê we de be lingên we we dibin wir? Ez naxwazim ji lingên xwe re bibêjim "na". Ez ketim rê; rêya me ewqas dirêj û zehmet bû, lê ez ji wê zehmetiyê memnûn bûm. Ez destê xwe didim her kevir, dar û zinarekî ku min didît û pê re dimeşiyam. Min pirs ji wan dikir; min behsa rabirdû, paşeroj, êş û bextewariyê dikir... Piştre min li stêrkan temaşe kir, di bin ronahiya hîvê de meşiyam; min bi stêrkan re jî xeber da. Min xwêdana ku ji eniya min dihat xwarê, spart patîkaya ku ez lê dimeşiyam; da ku şopa siberojên ku dê li pey me werin bihêle...

Piştre ji her ava ku em di ser de derbas bûn, min qultek vexwar. Min bayê biharê yê ku bîhna jiyanê jê dihat û kelecan dida mirovan hîs kir; heta ku hêza cergên min tê de hebû min kişand hundirê xwe. Ez ê wê bîhna mûcîzevî ya ku ji têkelbûna giyayên şîn, kulîlkên rengîn, catir, pung û gelek bîhnên ku ez navê wan nizanim pêk dihat, tu carî ji bîr nekim. Lê di wê gavê de em ji bo gihîştina aliyê din direviyan; hevala rê ya min destê min girtibû û digot "biherike". Di wê gavê de dema min hênikahiya bayê ya ku li rûyê min diket û muhteşemahiya wê hîs dikir; kuryeya me di nav telaşa derbaskirina me ya aliyê din de bû. Piştre em av bi av meşiyan. Kuryeya me hevalekî wisa bû ku qet nedipeyivî. Jixwe kurye pir napeyivin, lê di vê rêxistinê de her tim hevalên herî fedakar û herî kedkar kurye bûn. Em ewqas tije bawerî û îman bûn li hemberî wan, ku me dikaribû canê xwe bispêrin kefa destên wan. Em di cîhên wisa re derbas bûn ku pezkoviyan jî nedikariyan lê derbas bibin. Hema bêje di hinek cîhan de em dest-bi-dest bûn; walle ji bo ku nekevim lingên min êdî serî hildidan (îsyan dikirin), lê dilê min guh nedida wan, mest bibû.

Di nav bedewiyên biharê de, li seranserê rê aliyek; bajarê ku bi ronahiyên derewîn mîna zindanê hatibû dorpêçkirin... Li aliyê din jî çiyayên ku bi stranên heqîqetê hatine xemilandin... Aliyek nizmî (alçaklık), aliyek bilindahî (yücelik); aliyek li derveyî mirovahiyê, aliyek cewherê mirov... Çiya, çiyayên me yên delal... Vê dîmenê careke din şerê spî û reş anî bîra min; dîsa rastiya di Ahura Mazda de: Yek ronahî bû, ya din tarîtî. Min di bin stêrkan de ber bi bajar ve nêrî û qîriya: “Ey bajar, ey ronahiyên derewîn! Hun çi bikin jî, hun ê nikaribin me bixapînin; hun çi qas astengiyan deynin jî, komek gerîla bêyî ku ruhê we jî pê bihese di ser we re derbas dibe, ber bi siberojê ve dimeşe û ruhê we jî pê nizane!” min got. Helbet min di hundirê xwe de qîriya; heger ez êvarê wisa biqîrim, bêguman dê min ji komê derxin, ku ev yek jixwe li dijî gerîlatiyê ye jî.

Her ku ez dimeşiyam, min plana tiştên ku ez ê bikim difikirî, ev yek kelecaneke zêdetir dida min. Di dirêjahiya rê de tenê tişta ku di dilê min de ma, nekêşandina wêneyan bû; ez ji bo vê yekê xemgîn dibim. Bi kelecaneke cuda, di tarîtiya şevê de em komek gerîla dimeşiyan. Piştre li pêşiya me geliyekî dirêj û şîn derket. Di rê de ez her dihejim, bi hejan meşiyam û ji nişka ve li pêşiya min hevalek jin... E, ev heval Ronahî ye; ew jî di koma me de ye. Ew min hembêz dike û di guhê min de dipisipisîne: “Rabe, rabe heval, tu di xewnê de yî!” dema wisa got, şiyarbûna min û lêdana serê min a li dara ku min xwe spartibûyê bû yek. Yanî niha ez naçim Botanê? Lê em di rê re derbas bûn, kurye hebû û min gelek tiştên din rêz dikirin. “Xewn bû xewn heval Viyan,” dibêje heval Ronahî û bê rawestan dikene. “Nexwe di demeke nêz de çûyîna me ya Botanê dê pêk were heval Ronahî,” ez jê re dibêjim. Ew dîsa dikene. E, jixwe em li bendê ne, heval dê me agahdar bikin.

Niha wextê nîvro ye; ez di dîmenê bihûştê yê darên çinarê de û li kêleka aveke ku diherike me. Hewa germ e lê li vir hinekî hênik e. Xweza di ahenga xwe de ronîkirina xwe didomîne. Roj êdî ber bi saet pêncan ve ronî dibin, roj kurt bûne; piştî saet şeş û nîvê êvarê hewa tarî dibe. Vê nîvroyê piştî ku min bi heval Ronahî re nîqaş kir, min pirtûk xwend, piştre ez di xew re çûm; çi xewneke xweş bû. Ez hîn jî ji bextewariyê bawer nakim ku ez ê herim Botanê; dibe ku ji ber wê be ku gerdûn di xewnên min de jî min îkna dike. Bi kenê heval Ronahî re ez jî dest bi ken dikim. Hê neçûme Botanê, dilê min bi Botanê tije bû. E, ne vala ye ku dil û lingên min min her tim bi dû xwe de dikişînin... Bi rastî; di jiyana we de çend cîh hene ku bêyî ku di destê we de be lingên we, we dibin wir?

Min guhê xwe da dilê axê,

Ji baran re hezkirina xwe digot.

Min guhê xwe da dengê avê,

Ji kaniyan re hezkirina xwe digot.

Min guhê xwe da dilê darê,

Ji pel re hezkirina xwe digot.

Piştre min guhê xwe da dilê hezkirinê,

Ji min re behsa azadiyê kir…

Şêrko Bêkes

Niha ez ê derbasî Botanê bibim. Mîna her gerîlayekê ez jî bi salan e xeyala wê dikim. Ez ê bi pêşniyara xwe derbas bibim. Ez nikarim kelecana wê pênase bikim, ev kelecan pir cuda ye. Daxwaz, armanc û hedefa wê mezintir e. Tu gavekê din nêzî Rêbertî dibî; hem bi fîzîkî û hem jî bi awayên din. Tevî gelê Bakur, tevî gelê Botanê têkoşîn kirin, hêviyeke mezintir û cudatir e. Ez ê jî mîna hevalên din bi kelecaneke mezin derbasî Botanê bibim.